Li Humsê êrîşa çekdarî: ciwanek hate qetilkirin, 11 kes birîndar bûn
Di êrîşa li Taxa Muhacîrîn a li bajarê Humsê ya Sûriyeyê de ciwanek hate qetilkirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa li Taxa Muhacîrîn a li bajarê Humsê ya Sûriyeyê de ciwanek hate qetilkirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Çekdarên girêdayî "Bedo Bin Xalid", bi taybet koma "Ewlad Etiye El Mûsa" êrîşî taxa Muhacîrîn a girêdayî herêma El Basil a Humsê kir.
Hat zanîn ku di êrîşa li ser taxê de ciwanê bi navê Nofel El Ebas hat qetilkirin, bavê wî bi giranî birîndar bû, her wiha 10 kesên din jî birîndar bûn.
Ji ber êrîşa ji vê sibehê ve li dijî taxa Muhacîrîn ku piraniya şêniyên wê Elewî ne, di nava welatiyan de metirsî zêde bûye.